• DOLAR 32.851
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2433.609
  • ...
Kozmonotê Rûs ji fezayê sûreta Qenala Suveyşê parve kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Keştîya bi navê Ever Given ev bû 5 roj ku di Qenala Suveyşê  de asê maye ku ji ber vê yekê ticareta ku ji ser qenalê tê kirin ji sedî sed sekinî.

Kud-Sverchkovê kozmonotê Rûs ji fezayê sûreta keştîya ku Qenala Suveyşê xitimandiye parve kir û derbarê mijarê de wisa got: “Yek ji mezintirîn keştîyên konteynerê ya cîhanê. Dirêjahî 400 metro, firehî 60 metro. Niha hûn dikarin ji Îstasyona Fezayê bi çavê min li rewşa keştîyê û qenalê mêze bikin. Heta hûn dikarin bibînin ka çawa hewl tê dayîn da ku keştî ji cihê ku asê maye bê rizgarkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir