• DOLAR 32.579
  • EURO 35.349
  • ALTIN 2467.122
  • ...
Di 70 salîya xwe de Qur’ana Kerîm hîn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xaltîya ku nêzî salekê digel nevîyên xwe hewl da Qur’ana Kerîm hîn bibe her wiha li Silopîyê li ba xoceya qursê  Medîne Tuncer ders stand. Di encama hewldanên şêrîn de Xaltîya Beyaz hînî Qur’anê bû û bi vê helwest û hewla xwe nîşan da ku ji bo hînbûna Qur’anê emir ne muhîm e.

Ji bo Xaltîya Beyazê û Aynur Tonğ (13), Mina Ecrin Öter (10)  li Navend Xortanîyê  merasîm hat tertîpkirin.

Xaltîka Beyazê di merasîma ku hat lidarxistin de hestyar bû û ji kêfan rondikên çavan barand. Beyaz ji ber ku Qur’ana Kerîm hîn bû ji Xweda re şukur kir. Pîrekên taxê yên ku dîtin Beyaz hînî Qur’anê bûye biryar dan ku ew jî qeyda xwe li qursê bikin.

Xoceya qursê Medîne Tuncer derbarê mijarê de axavtinek kir. Tuncer di axavtina xwe de destnîşan kir: “Xaltîya Beyza heta vê emrê xwe hînî Qur’anê nebûye. Digel ku emrê wê gihaştibe 70 salan xaltîya me qeyda xwe kir û bênavber hat dersa xwe. Ew di vê pêvajoyê de bi ezm û cehda xwe Qur’ana Kerîm hîn bû.Rojekê dersa xwe tam nexwendibû, ji ber vê yekê Qur’anê hembêz kir û girîya. Ez pir zêde di bin tesîra wê de mam û min jê re got ‘ çi dibe bila bibe ew ê tu xwendina Qur’anê hîn bibe.’ Hemd ji Rebbê min re ku Xaltîya Beyaz hînî Qur’ana Kerîm bû.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir