Li Îranê qezaya zincîrîn: 8 jê zarok 14 mirî
Li parêzgeha Sistan-Belucistana Îranê 3 wesayît li henev qelibîn.
Qeza li nêzî bajara Zahedanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîteke ku derbaskirina xelet kir bû sedema qezayê. Di qezaya ku 3 wesayît tevlî bûn de 8 jê zarok tevde 14 kes wefat kirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)