• DOLAR 32.442
  • EURO 34.894
  • ALTIN 2419.858
  • ...
HUDA PAR: Ew qanûnên ku ne li gorî bawerîya gel in divê ji nû ve bên nirxandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de derheqê Peymana Stenbolê ya ku hat fesihkirin û qanûna bi hejmara 6284an de nirxandinên balkêş kir û destnîşan kir, divê ev tiştên wisa yên ku ne li gorî bawerîya gel in ji nû ve bên nirxandin.

Demîr di destpêka nirxandina xwe de fesihkirina Peymana Stenbolê ya ku dibû sedema hilweşîna malbatê wek gaveke derengmayî û erênî nirxandin û destnîşan kir: “Digel fesihkirina Peymana Stenbolê divê ew tahrîbatên ku jê re bûye sebeb li ber çavan bên girtin û  ew fealîyetên wan komîsyonên  şopandinê yên Peymana Stenbolê û yên mîna wan demildest bên rawestandin.”

“Ew qanûnên ku ne li gorî bawerîya gel in divê ji nû ve bên nirxandin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir; Peymana Stenbolê ya ku hat fesihkirin û qanûna bi hejmara 6284an di nav civakê de bûn sedema zirar û taxrîbatên mezin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber van qanûn û peymanan ew kesên ku di emrê ciwan de zewicîbûn hatin mexdûrkirin ku divê demildest dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn. Her wisa divê dawî li wê zilma nafakaya bêwext ango berdewamî bê anîn, ew fealîyetên îfsadker ên ku însanan teşwîqî zînayê dikin ji nû ve sûc bê qebûlkirin. Xulasa divê pêşîya temamê xebat û fealîyetên ku exlaqa civakê pê tê xerakirin bê girtin. Ev yek ji bo ewlehîya can, mal û neslê zarûret e. Ew qanûnên ku ne li gorî bawerîya gel in divê ji nû ve bên nirxandin.”(ÎLKHA)

 


Bu haberler de ilginizi çekebilir