Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê di warê Coronavîrusê de gel hişyar kir
Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hawezî di daxuyanîya xwe ya ku da de balan kişand li ser zêdebûna kesên ku bi Coronavîrusê dikevin.
Hawezî di daxuyanîya ku da K24 da destnîşan kir “Sedema sereke ya zêdebûna kesên pêketî vekirîbûna her derî û li gorî tevdîran hereketnekirin e. Divê welatîyên me li gorî tevdîrên maske û yên din hereket bikin.”
Li gorî daneyên ku doh hatin wergirtin li Herêma Kurdistanê 541 kes bi coronayê ketin û 3 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)