Amerîka derbarê HDPê û Gergerlîoglu de daxuyanî da
Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê derbarê Omer Gergerlîogluyê ku parlementerîya wî hat betalkirin û derbarê HDPya ku derheqê wê de doza girtinê hat vekirin de daxuyanî da.
Ned Prîceyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê derbarê mijarê de destnîşan kir, qerara betalkirina parlementerîya Omer Gergerlîoglu “meriv aciz dike” û derbarê vekirina doza girtinê ya derheqê HDPê de jî destnîşan kir “Tunehesabkirina îradeya hilbijêran û kolana binê demokrasîyê ye.”(ÎLKHA)