Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 6 mirî 11 birîndar
Li Kabîla peytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî li dijî personelên Wezareta Ragihandinê hat kirin.
Êrîş li nêzî Parka Azadîyê hat kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Polêsê Kabîlê destnîşan kir, bombeya ku di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna otobusê de hat teqandin.(ÎLKHA)