Li Malîyê êrîşa çekdarî li artêşê hat kirin: 11 leşker mirin
Li bakurê Malîyê êrîşa çekdarî li leşkeran hat kirin, di encama êrîşêde 11 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref artêşa Malîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama êrîşê de 11 leşker mirin û 14 leşker jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, di êrîşê de 7 êrîşkar jî hatin kuştin.(ÎLKHA)