• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Nêçîrvan Barzanî bo  Iraqê: “Li hemberî Helebçe bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî rabin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helebcê bi destê rejîma Beis û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.” Û dû re wiha got:  “Li bîranîna ku ti demekê ji bîr neçûyê wê mergesata mezina li ser gelê me de hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwaze. Di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helebce û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesûkarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helebce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.”

“Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, derbarê vê yekê de erkê xwe bicîh bike”

Barzanî di berdewama peyama xwe de di warê Helepçeyê de bang li hikûmeta Iraqê kir û destnîşan kir: “Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, derbarê vê yekê de erkê xwe bicîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehirkirina parêzgeha Helebcê, pêngavên kirdarî bavêje.Di bîranîna mergesata Helebcê de, em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê ev yek xema hemû cîhanê be ji bo parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê.Şehîdên Helebce û hemû şehîdên gelê me herdem di bîra me de ne û di wîjdana Kurdistaniyan de zindî ne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir