Barzanî: “Hêj şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê me tê kirin”
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê peyamek belav
Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Hêj hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”
Barzanî di berdewama peyama xwe ya ji ber minasebeta 33emîn salvegera kîmyabarana Helebcê de wisa got: “Cihê şermeke mezin e ku piştî tawanê kîmyabaran Helebcê û ew jenosîda ku li dijî xelkê Kurdistanê çêbûye, hêj deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”(ÎLKHA)