• DOLAR 34.473
  • EURO 36.421
  • ALTIN 2908.311
  • ...
Barzanî: Gelê Kurdistanê pir baş mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Bi rêya çek, zebir û zengê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”

“Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin”

Barzanî di berdewama daxuyanî de  destnîşan kir: “Bi bilindî ve bîranîna 51 saliya rêkeftina Adara 1970 dikin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me ya şoreşa mezin a Eylûlê bû.” Û dû re wiha pêde çû: “Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzanî bû ku Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomarkirin.Tevî ku rêkeftina 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.Di vê bîranîna pîroz de di demekê de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir