Li Endonezyayê otobusa ku xwendekaran vediguhast qeza kir: 27 mirî 39 birîndar
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê otobusa ku xwendekaran vediguhast qeza kir, di encama qezayê de 27 kes canê xwe ji dest dan û 39 kes birîndar bûn.
Qeza li gundê Sukajadîya girêdayê navçeya Sumedang Regency pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya T 2591 TB ya ku xwendekar û mamosteyan vediguhat ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir. Di encama qezayê de 27 kes canê xwe ji dest dan û 39 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn rewşa 13 kesan dijwar e.(ÎLKHA)