Guterres: Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarê şerê li Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir.
![Guterres: Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/z9dG-CL2NOKAjUXlKJuhV-GwY4E=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/10/guterres-ev-10-sal-in-ku-dinya-xwina-ku-li-suriye-te-rijandin-temase-dike-bb88c6a9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Guterres di daxuyanîya xwe ya ku ji ber 10emîn sala şerê li Sûrîyê, da endamên çapemenîyê de destnîşan kir: “Xwepêşanên ku berî vê 10 salan bi şikleke aştîyane dest pê kirin li rasta tundîyê hatin û di encamê de şereke bêdawî det pê kir. Di encama vê herbê de bi sed hezaran Sûrîyeyî mirin û bi milyonan Sûrîyeyî jî ji cihên xwe bûn.Dîsa di vê herbê de bi hezaran kes hatin girtin, îşkence li wan hat kirin. Talan û taxrîbata li Sûrîyê bi gotinan nayê îfadekirin. Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike.”(ÎLKHA)