Wezîrê Tenduristîyê Koca: Her ku diçe vîrusên mutant zêdetir belav dibin
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê rewşa dawî ya coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li 76 bajaran bi 41 hezar û 488 kesan re mutanta Îngîltere, li 9 bajaran bi 61 kesan re mutanta Afrîkaya Başûr, li bajarekê bi 427 kesan re mutanta New York û bi kesekî re jî mutanta Brezîlya hat tespîtkirin.
Li gorî daneyên ku doh êvarî hatin belavkirin, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê zêdetirî 14 hezar kes bi vîrusê ketin û 67 kes jî ji ber Coronayê mirin.(ÎLKHA)