Li Swîsrê ji bo pîrekên Misliman pêçe hat qedexekirin
Qerara ku li hember Mislimanên li Swîsrê hat standin bû sedema şîroveyên “Li welatên Ewrûpa dijmintîya Îslamê bûye polîtîkaya dewletê.”
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Swîsreya ku ji sedî 5.3yê nufusê ji Mislimanan pêk tê bi biryara ku hat dayîn bikaranîna pêçeyê ji bo pîrekên Misliman hat qedexekirin.
Biryara qedexekirinê bi referandûma ku hat kirin hat dayîn. Di encama referandûma ku hat kirin de bi rêjeya ji sedî 52 bikaranîna pêçeyê hat qedexekirin.
Li Ewrûpaya ku her tim qala azadîyê û mafên mirovan tên kirin dema ku mewzû Misliman bin ne azadî ne jî mafê mirovan dimîne. Lewra her ku diçe maf û azadîya Mislimana tê binpêkirin. (ÎLKHA)