Di pêvajoya coronavîrusê de 17 hezar xebatkarên tenduristîyê canê xwe ji dest dan
Hat daxuyandin di pêvajoya coronavîrusê de 17 hezar xebatkarên tenduristîyê canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Yekîtîya Sendîqayên Kûrewî ya Cîhanê û Enternasyonala Xizmetên Kamûyê ya ku girêdayê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de bang li rayedaran hat kirin da ku bi şikleke bilez û bez vaksîn li temamê xebatkarên tenduristîyê yên ku di pêvajoya coronavîrusê de dixebirin bê lêdan û dû re wiha hat gotin: “ Hêj li hinek welatan vaksîne li kesekî/ê tenê jî nehatiye lêxistin. Bes di sala çûyî de di pêvajoya coronavîrusê de 17 hezar xebatkarên tenduristîyê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)