• DOLAR 32.499
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2442.331
  • ...
Mesrûr Barzanî: Raperîn redkirina zilm û bindestiyê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Berhema yekrêzî û yekgirtina hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê, hêz û aliyên Kurdistanî bû û redkirina zilm, dagirkarî û bindestiyê bû.”

Temamê metna Barzanî ya ku ji ber salvegera Raperînê hatiye belavkirin:

Raperîn werçerxeke dîrokî bû di şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ku berhema wê avabûna statûya federalî ya Herêma Kurdistanê, saziyên şerîî û destûrî yên herêmê bûn, ku pêwîst e îro jî her takekî Kurdistanî û hemû alî û pêkhate, bi yekrêzî û yekdengî, dakokî li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir