Lîderê Xrîstîyanên Katolîk Papa sibe diçe Iraqê
Li gorî bernameya ku ji teref Vatîkanê ve hatiye belavkirin Papa Francîs di navbera dîrokên 5-8ê Adarê de biçe Iraqê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Papa dê pêşî Bexdayê ziyaret bike û dû re di 6ê Adarê de li Necefê bi Ayetullah Ali Es-Sistani û di 7ê Adarê de jî li Hewlêrê bi Birêveberîya Kurdistanê re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)