Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 115 milyon û 384 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 115 milyon û 384 hezar û 219 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 562 hezar û 465 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 29 milyon û 370 hezar û 705 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)