• DOLAR 8.122
  • EURO 9.713
  • ALTIN 455.78
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 86 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 60 hezar û 267 kesan û bi pêketina 8  hezar û 495 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 648 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 86 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 60 hezar û 267 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 648 hezaran.”(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir