Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de derîyeke nû ya sînor tê vekirin
Derîyê Sînor a Seyranbend a di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ev bû 20 sal ku bi şikleke xeyrî resmî faal bû ku ji bo ev yek bibe fermî di navbera terefand de lihevkirin çêbû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê doh li derîyê sînor lêkolînên pêwîst kirin û derbasî civînê bûn. Di civîna ku hat lidarxistin de tiştên klu divê li derîyê sînor bên kirin hatin gotûbêjkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Çeto Salih ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Berdevkê Salih di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji bo ev derîyê sînor bibe fermî amadehî û xebatên pêwîst tên kirin.(ÎLKHA)