Li Herêma Kurdistanê îro ji ber Coronavîrusê tu kes canê xwe ji dest neda
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 78 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de îro ji ber Coronavîrusê tu kes canê xwe ji dest neda.
Her wisa bi pêketina 78 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 108 hezaran.(ÎLKHA)