Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike
Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.
Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.
Vê heftîya qedexeya derketina derve di 26ê Sibatê û 1ê Adarê de tê tetbîqkirin.
Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 26ê Sibatê di seat nehê êvarî de dest pê kir û dê di 1ê Adarê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.
Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.
Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.(ÎLKHA)