Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 86 hezaran
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 25 hezar û 207 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket li ser 3 milyon û 712 hezar kesan.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 286 kes ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 86 hezar û 147 kesan.(ÎLKHA)