Walîtîya Dihokê: Ew ê pîrozbahîyên mîna Newrozê bi girseyî neyên kirin
Alîkarê Walîyê Dihokê Macîd Seyîd Salih derbarê pîrozbahîyên mîna Newrozê yên li Herêma Kurdistanê de daxuyanîyek belav kir.
Salih di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê îsal di meha Adarê de şahî û pîrozbahîyên mîna Newrozê bên kirin, lê belê ji ber Coronavîrusê ew ê destûr neyê dayîn ku ev pîrozbahî bi şikleke girseyî bê kirin.(ÎLKHA)