Li Ekvadorê di îsyana ku li çend girtîgehan derket de 67 kes mirin
Hat ragihandin li çend girtîgehên li Ekvadorê ji ber micadeleya di navbera çeteyan de pevçûn derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajarên bi navê Guayaquil, El Turi û Cotopaxiyê di girtîgehan de îsyan derket. Polêsan midaxeleyeke tund li mahkûman kir.
Di encama rageşî û pevçûna ku di girtîgehan de derket de heta niha 67 kes mirin.(ÎLKHA)