• DOLAR 32.507
  • EURO 34.901
  • ALTIN 2452.139
  • ...
4 pîrekên Misliman ên ku vîdeoya Xîlafetê kişandin hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta salvegera 100emîn a rakirina Xîlafetê li gelek deran “Sed Salên Bêyî Xîlafetê Êdî Bes e” hatin kişandin ku ji ber vê yekê li Stenbol û Bîlecîkê berî vê çend rojan 7 kes hatin binçavkirin ku hat hînbûn îro jî 4 pîrekên Misliman ên ku li herêma Amurîyeya Afyonkarahîsarê vîdeoyek derheqê xîlafetê de kişandin li Enqerê hatin binçavkirin.

Derbarê binçavkirinên ku hatin kirin de ji teref Köklü Değişimê ve daxuyanîyek hat belavkirin.Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Vê carê zilm li 4 xuşkên me yên ku li Amûrîyeya Afyonkarahîsarê vîdyo kişandin hat kirin ku yek ji van xuşkên me 16 salî ye. 4 xuşkên me yên bi navê Müzeyyen Sevinç, Hatice Yıldız, Zehra Yavuzkan û Saliha Yıldız vê şeveqê hatin binçavkirin û hatin birin ewlehîyê. Ev xuşkên me ji bo pîrekên Misliman ji esaretê xelas bibin û cardin Xîlafet bê sazkirin vîdeo kişandin. Binçavkirina wan mîna sepanên 28ê Sibatê ne.”(ÎLKHA)

 


Bu haberler de ilginizi çekebilir