Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 87 milyon û 839 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 87 milyon û 839 hezar û 837 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 19 milyon û 114 hezar û 140 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket li ser 2 milyon û 486 hezar û 641 kesan.(ÎLKHA)