• DOLAR 32.524
  • EURO 34.839
  • ALTIN 2417.064
  • ...
HUDA PAR: Ew qedr û qiymeta ku ji Tirkî re tê dayîn divê ji wan zimanên din re jî bê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ziman ji ayetên Xweda ne”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de derheqê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de wisa got: “ Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê xwe di qedexeyên ku li hember zimanên zikmakş tên kirin de jî nîşan didin. Ji bo pêşîya vê yekê bê girtin UNESCO roja 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî îlan kiriye. Pir zimanî tezahura medenîyetê ye. Hêmana herî muhîm a ku civakan bi çanda xwe ve girê dide ziman e. Ji ber vê yekê divê ji jiyandina zimanan destek bê dayîn ku ev yek mesûlîyeta dewletan a li hember welatîyên xwe ne. Jibîrkirina zimanan tê maneya windabûna çandên qedîm û medenîyetan. Serokomar Erdogan di wan rojên borî de destnîşan kiribû civakên ku pêwendîya wan a bi zimanê wan re sist be ew ê di netîceyê de nasnameya xwe winda bikin. Ev gotin rastî û heqîqetekê li ber çavan radixe.”

“Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan hatin tetbîqkirin  ziman tên jikbîrkirin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser ehemîyeta perwerdehîya bi zimanê zikmakî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di warê zimanan de rewşa Tirkîyê nebaş e. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ya ku bi salan hatin tetbîqkirin zimanên bi navê Kurdî(Kurmancî-Zazakî), Pomakî Çerkezî, Erebî û  Suryanî ketin asta jibîrkirin û dê û bavên ku bi van zimanan diaxivin bi ser neketin ku zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.Di vî warî de divê dewlet xwedî li ziman û nasnameyên welatîyên xwe derkeve û ew qedr û qiymeta ku ji Tirkî re tê dayîn divê ji wan zimanên din re jî bê dayîn û pêşîya perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê vekirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir