Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 511 hezarî
Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan bi zêdebûna 2 hezar û 139 kesan gihaşte 511 hezar û 133 kesan.
Li gorî "Worldometers"a ku agahîyên Covîd-19 berhev dike li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin 28 mîlyon û 707 hezaran derbas kir.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin bi zêdebûna 71 hezar û 980 kesan derket 28 mîlyon û 707 hezar û 292 kesan.
Di nav eyaletên Amerîkayê de di warê mirina ji ber Coronavîrusê Kalîfornîya serî dikşîne. (ÎLKHA)