Li Şirnexê 4 maymûnên ku nesla wan li ber qelînê ye hatin bidesxistin
Hat ragihandin li navçeya Silopîya Şirnexê 4 maymûnên ku nesla wan li ber qelînê ye û dihatin xwestin bi rêyên xeyrî qanûnî bên xistin nava welat hatin bidestxistin.
Hat hînbûn maymûn li derîyê sînor hatin bidestxistin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin maymûnên ku di wesayîtê de hatin girtin ji Midûrtîya Şubeya Bajêr a Parkên Millî û Parastina Tebî’atê ya Şirnexê re hatin teslîmkirin û ji kesê bi navê S.T. re ceza hat birîn.
Orhan Kalayê Midûrê Şubeya Bajêr a Parkên Millî û Parastina Tebî’atê ya Şirnexê derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku ev maymûn li welat nikarin bijîn anîna wan û ticareta wan hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)