Ew ê parlementerîya Gergerlîogluyê HDPyî bê betalkirin
2 sal û 6 meh cezaya ku ji ber sûcê “kirina propagandaya rêxistina terorê” ji Omer Faruk Gergerlîogluyê Parlementerê Kocaelîyê yê HDPê re hatibû dayîn hat tesdîqkirin.
Piştî ku cezaya Gergerlîoglu ji teref Daîreya Cezaya 16emîn a Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin re tê diyarkirin ew ê qerara hukma teqez di TBMMê de bê xwendin û dê parlementerîya wî bê betalkirin.(ÎLKHA)