Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 86 milyon û 163 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 86 milyon û 163 hezar û 794 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 18 milyon û 803 hezar û 723 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket li ser 2 milyon û 463 hezar û 661 kesan.(ÎLKHA)