• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Welatîyan ji zamên  ku hatin kirin û tên kirin re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê Mêrdînê li hember vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan dan û derbarê mijarê de fikr û ramên xwe ji Ajansaya Nûçeyan a Îlkeyê re anî zimên.

“Millet; bêkar, birçî û perîşan e”

Welatîyê bi navê  Çetîn Aydin derbarê mijarê de destnîşan kir, rewşa welat ji xwe tê zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dolar, zêr û kur bihane ye. Di holê de keysperestî heye. Dema ku dolar zêde bû heqê rûn zêde kirine, lê belê dema ku dolar ket kesî heqê rûn danexist. Millet; bêkar, birçî û perîşan e.  Millet niha bê kes maye û nizane çi bike. Derdê millet êdî ne nexweşî ye, debara malê ye. Bila rayedar li ser zêdebûna heqê rûn, birinç, şekir û tiştên wisa bisekinin. Ger dolar bê qîmet jî bibe ew zêdebûn û zam bi dawî nabe. Lewra tu kes li ser vê yekê nasekine. Xweda heqê me ji wan kesên ku keysperestîyê dikin re nehêle.”

“Divê rayedar demildest dest bavêjin vê meselê”

Welatîyekî din ê bi navê Ozgur Cangîr jî derbarê mijarê de destnîşan kir, divê bi ketina dolarê heqê tiştên ku zam li wan hatine kirin bê daxistin. Cangîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger midaxele li vê yekê bê kirin dê ji bo welatîyan baş be. Lewra xelk bê zar û perîşan e.Li herêma me ceyran bi xwe jî pir bûha ye. Em dixwazin dewlet midaxeleyî vê yekê bike.”

Welatîyên din jî derbarê mijarê de wisa gotin:

Rênas Hasan: Em diçin marketan hema hemû tişta biha ye. Dolar daket jî kes heqê xûreq û erzaqê kêm nake.

Şukru Tîmur: Millet nema dikarî tiştekî bistîne. Êdî ferz e ku midaxele li vê yekê bê kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir