Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 83 kes canê xwe ji dest dan
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 7 hezar û 241 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 83 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 27 hezar û 821 kesan.(ÎLKHA)