Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 418 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 418 hezar û 989 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 418 hezar û 989 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 109 milyon û 681 hezar û 129 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 498 hezar kesan.(ÎLKHA)