• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danûstandinên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber bi cîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di hevdîtinê de tekez li wê yekê kir ku Neteweyên Yekgirtî hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê dide ku li diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danustandinan û bi desthatina çareseriya guncav ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.

Barzanî jî piştgîriya xwe ji bo diyaloga berdewamiya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya li çarçêweya destûrê de ragihand û eve jî dûpat kir ku eger li salên derbasbûyî de destûr wekî xwe bihata bi cîh kirin gelek ji wan kêşe û giriftan nedibûn ku niha li navbera her du aliyan de hene.(ÎLKHA)

 


Bu haberler de ilginizi çekebilir