Li Meksîkayê 1214 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 173 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1214 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1214 kesên din hejmara mirîyan derket 173 hezar û 771 kesan.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 9 hezar û 741 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 988 hezar û 695 kesan.(ÎLKHA)