Di bazara herî mezin a Mehabadê de şewat derket
Doh êvarî di bazara herî mezin a Mehabadê ya bi navê Esxerî de şewat derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh êvarî derdora seat 00.30î de derket. Tê diyarkirin ji ber şewat û dûmana wê gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin şewat heta ber destê şeveqê jî nehat kontrolkirin.
Bazara Esxerî ya Mehabadê yek ji giringtirîn bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.(ÎLKHA)