Li Hindistanê di fabrîkeya agirbazî de teqîn: 11 mirî
Li parêzgeha Tamîl Naduya Hindistanê di fabrîkeya agirbazî de teqîn pêk hat.
Li gorî xebera qenala NDTV TVyê di encama teqînê de 11 kes canê xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Narenda Modîyê Serowezîrê Hindistanê destnîşan kir ew ê ji nasên kesên ku di teqînê de mirin re bibin alîkar.(ÎLKHA)