Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 79 milyon û 494 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 79 milyon û 494 hezar û 526 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 17 milyon û 639 hezar û 217 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket li ser 2 milyon û 351 hezar û 367 kesan.(ÎLKHA)