Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 75 hezar û 732 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 16 hezar û 688 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 16 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 3 milyon û 934 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 527 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 75 hezar û 732 kesan.(ÎLKHA)