Polêsan midaxeleyî çalakîya ku ji bo Xalis Bayancuk hat lidarxistin kirin:27 binçavî
Ji bo Xalis Bayancukê ku tê îddîakirin birêvebirê payebilind ê DAIŞê ye li Enqerê çalakî hat lidarxistin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin polêsan destûr neda ku çalakî bê lidarxistin û hişyarî li çalakvanan kirin û dû re jî midaxeleyî wan kirin.
Di encama midaxeleya ku hat kirin de 27 kesên ku daxwaz dikirin Bayancuk bê berdan hatin binçavkirin.(ÎLKHA)