Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 120 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 120 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 7 hezar û 795 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 7 hezar û 795 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 120 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 26 hezar û 237 kesan.(ÎLKHA)