Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 104 milyon û 393 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 104 milyon û 393 hezar û 853 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 262 hezar û 795 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 27 milyon û 27 hezar û 347 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)