98 kesên ku doh êvarî Zanîngeha Bogazîçîyê dorpêç kiribûn hatin berdan
Doh êvarî 159 kesên ku di nav wan de akademîsyen û xwendekarên jirêderketîyên hevzayend hebûn dema ku kirin têkevin avahîya rektorîyê hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji 159 şikdarên ku doh êvarî avahîya rektorîyê dorpêç kiribûn tevde 98 kes hatin berdan û lêpirsîna derheqê bûyerê de berdewam dike.(ÎLKHA)