Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 247 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 247 hezar û 755 kes canê xwe ji dest dan
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 247 hezar û 755 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 103 milyon û 934 hezar û 810 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 454 hezar kesan.(ÎLKHA)