Serokê Navçeya Esenyurtê yê HDPê hat tewqîfkirin
Ercan S.yê Serokê Navçeya Esenyurtê yê HDPê yê ku di operasyona li Stenbolê de hatibû binçavkirin, hat tewqîfkirin.
Di wan rojên borî de polêsan li Stenbolê di ser avahîya Navçeya Esenyurtê yê HDPê de girtibûn û di encama operasyonê de gelek dokuman û belgeyên rêxistinî û sûretên Abdullah Ocalanê lîderê PKKê hatibûn bidestxistin.(ÎLKHA)