Di xwepêşanên li Rûsyayê de zêdetirî hezar û 600 kes hatin binçavkirin
Bi banga Navalnyê lîderê mixalif li tevahîya welêt doh li zêdetirî 60 bajarî xwepêşan hatin lidarxistin.
Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny protesto kirin û daxwaz kirin ku Navalny bê berdan.
Xwepêşandêrên ku li Qada Puşkîn kom bûn xwestin ku bi ber Kremlînê ve bimeşin, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn û hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de zêdetirî hezar û 600 kes hatin binçavkirin.
Xwepêşan bê navber berdewam dikin.
Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.(ÎLKHA)