Artêşa Myanmarê dest danî li ser birêveberîyê
Artêşa di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew ê heta salekê welat birêve bibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, Serokê Dewletê Win Myint û Seroka Konseya Dewletê û Wezîra Karên Derve Aung San Suu Çii hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku di kanala televîyonê ya leşkerîyê de hat dayîn de hat destnîşankirin, îdareya welêt ji Serfermandar Min Aung Hlaing re hat dewirkirin.(ÎLKHA)